Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî du tunelên DAIŞê li ser sînorê Sûrîyayê wêran dikin

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş ya Îraqê Çarşemê (25ê Îlonê) îlan kir ku hêzên wê du tunelên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Enbarê wêrankirin li ser sînorê Îraq û Sûrîyayê.

Wî got ku tunel hatin bikaranîn bo guhestina terorîstan û qaçaxkirina çekan di nav herdu welatan de.

"Yek ji herdu tunelan, a ku li nav Huseyba Îraqê û Elbû Kemal ya Sûrîyayê dikeve, bêhtirî 1,600 metran dirêj e," peyvdarê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku artêşê beşine mezin ji tunelan bi çemento girtin daku nehêle careke din rêxistin wan bi kar bîne.

"Herwiha çek û teqemenîyên ku di tunelekê de hatin dîtin hatin desteserkirin," wî got û not kir ku yekîneyek ji firqeya hewalgirîyê ya yekem a artêşa Îraqî, û hêzên peyade û yên zîrevanîya sînor di operasyonê de beşdar bûn..

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500