Nûçeyên Iraqê

Sûrîya: "Şer li dar e" tevî komîteya destûrî ya nû

Wezîrê derve yê Sûrîyayê Welîd el-Muelim Sêşemê (24ê Îlonê) ragihand ku avakirina komîteyeke destûrî bo Sûrîyayê bi piştevanîya NY nayê wateya ku dê operasyonên leşkerî li welat bi dawî bibin, AFP ragihand.

Duşemê, NY piştî demeke dirêj avakirina komîteyê ragihand, lê maye were dîtin gelo ev yek dê şer bi dawî bike yan na.

Komîte 150 endaman digire nava xwe-- 50 nûner ji rejîmê û 50 ji opozîsyonê û yê mayî dê NY wan destnîşan bike.

Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guterres pesinê komîteyê da ku ew gava yekemîn a ber bi çareserîyeke sîyasî ve ye.

Lê belê Muelim pêdagîrî kir ku avakirina komîteyê "ne li dijî bijarteya leşkerî" ye û rê li ber "karê li ser erdê hatiye kirin" nagire.

Sêşemê wî ji televîzyoneke alîgir re got ku "em bi niyet in her bosteke erdên xwe rizgar bikin," û da zanîn ku "şer berdewam e."

Muelim destnîşan kir ku "em nahêlin tu kesên bîyanî destwerdanê di destûra me de bike."

Tê payîn ku komîte yekem car li Cinêvê di 30yê Cotmehê de li hev kom bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500