Nûçeyên Iraqê

Artêşa Îraqî dest dideyne li ser rokêt û çekan li Enbarê

Hêzên artêşa Îraqî, bi piştevanîya balefirên şer ên Hevpeymanîyê, du veşartgehên "Dewleta Îslamî" (IDAIŞ) ên jêrzemînî li rojavayê Enbarê wêran kirin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş Înê (20ê Îlonê) ragihand.

Dest li ser mûşekên dijî tankan ên Kornêt û gelek çek di operasyonê de hat danîn, peyvdarê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re ragihand.

"Bi xwesipartin bi agahîyên hewalgirî yên bi dîqet û wêneyên asmanî, artêşê du veşartgehên jêrzemînî li nêzî mînên fosfatê li Akaşatê dîtin," wî got.

"Hêzan dest li ser mûşekên Kornêt ên li ser milan, fûzên guleyan, û gelek çekên weset û sivik, cebilxane û teqemenî danîn li her du veşartgehan berî ku wan wêran bikin," wî got.

Wî got ku ew aniha deverên radimalin û li paşmahîyên DAIŞê digerin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500