Nûçeyên Iraqê

Almanya, Kwêt û Belcîka NY han didin ku dengdana derbarê agirbestekê li Idlibê bike rojevê de

Almanya, Kwêt û Belcîka ji Encumena Ewlekarî ya NY xwest ku dengdana li ser çareserîyekê ji hemû koman re bixe rojevê de daku "yekser şeran werin rawestandin" li parêzgeha Idlibê ya Sûrîyayê, diplomatan (18 Îlonê) got.

Teksta reşnivîsa biryarê, ya ku AFP bi dest xist, dê roja Sêşemê dengdan li ser were kirin.

Projeya biryarê bang bo agirbesteke ku destpêka wê nîvroya Şemîyê li gorî dema xwecihî be dike, û dibêje ew dê alîkarîyê di "xwedûrkirin ji rewşeke mirovî ya kambax li Idlibê de bike".

Biryar rastî dijberîyeke dijwar ji alîyê Mosko ve hat, ya ku bi projeyeke biryarê yan din ya ku Çîn piştgirîya wê dike dijberî kir, û dê ew projeya biryarê jî roja pêncşemê bikeve dengdanê de.

Di heman demê de, serokên NY û Komîteya Xaça Sor a Navdewletî Çarşemê tevlî bûn û bang kirin ku bombebarankirinên li ser bajarê Idlibê li Sûrîyayê û Terablusê Li Lîbyayê werin rawestandin.

Herdu bajar "derdê wêrankirina ku nayê gotin ji ber bombebarankrin û topbarankirinan dikişînin", serokê NY Antonio Guterres û serokê Xaça Sor Peter Maurer di daxuyanîyekê de gotin.

Wan ji hemû alîyên di herdu şeran de xwest ku çekên teqîner yê ku bandora wan berfireh e li deverên niştecihî bi kar neyînin.

Wan got ku divê alîyên şer nas bikin ku ew nikarin şer li deverên niştecihî bikin bi awayê ku ew dixwazin şerê vekirî bikin.

"Qanûna mirovî ya navdewletî... bi carekê re qedexe kiriye ku êrîş li dijî sivîlan û cihên sivîl werin kirin, û herwiha êrîşên ketûber û nerêjeyî, çekên ketûber û bikaranîna sivîlan weke mertalên zindî qedexe ne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500