Îraqê dest bi qonaxa pêncemîn ji Pêngava ewlekarî ya "Vîna Serkeftinê" kir, bi piştgirîya balefrên şer ên Hevpeymanîya Navdewletî, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî Şemîyê (16ê Îlonê) got.
"Qonaxa pêncemîn Dûşemê li biyabana Enbarê li başûrê şarêya navdewletî, di parêzgehên Kerbela û Necefê re heta bigihe sînorê Erebistana Siûdî, dest pê kir," fermandarîyê di daxuyanîyekê de got.
Şaxine cuda yên artêşa Îraqî, herwiha komine serbazî û ewlekarî, di operasyonê de beşdar dibin, operasyona armanc dike ku yekîneyan li ser erdê ewle bike, jêderên tundrewîyê ji qurm ve rake û şerê kesên tên xwestin û yên tundrew bike, li gorî daxuyanîyê.