Nûçeyên Iraqê

Îraqîyên ziyan ji operasyonên serbazî dîtine li Nînewayê qerebûyan distînin

Desthilatên Îraqî bêhtirî 33,000 xwestekên qerebûkirina Îraqîyên ku ziyan ji ber operasyonên serbazî di heyama şerê qewitandina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de dîtine temam kirin, parêzgerê Nînewayê Mensûr Marid Cibûrî Sêşemê (10ê Îlonê) ragihand.

Wî got ku komîteya qanûnî ya parêzgehê bilez bi vî karî ve diçe.

Kesên xwestekên qerebûkirinê pêşkêş kirine dikarin ainha pêşkêşî komîteyên li bajêr ên jêrîn bikin "bêyî xwe bispêrin navbeynkaran ku pereyan ji wan distînin," Cibûrî di daxuyanîyekê de anî ziman.

Di heman demê de, wî bang li xwedîyên xwestekan kiriye ku bi awayekî qanûnî û rêbazên durist xwestekên pêşkêş bikin.

Cibûrî dîyar kir ku "heya niha, 33,725 xwestekên xelkên ku zîyan ji operasyonên serbazî dîtine hatine temamkirin, û hîna jî komîtyên jêrîn xwestekên nû werdigirin."

Wî destnîşan kir ku hemû gerînendeyên hikumetê, di nav de Wezareta Darayî û Komîteya Navendî li Bexdayê, bi komîteya qanûnî re hevkar in.

Wî got ku "parêzgeh gelek xebatan dike bi hevahengiya alîyên peywendîdar re da gelek xelk sûdê wergirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500