Nûçeyên Iraqê

Jinbîya rapçîyekî Alman ku bûye çekdareke DAIŞê tê girtin

Dozgerîya Giştî ya Alman Duşemê (9ê Îlonê) ragihand ku wan jineke Alman-Tunisî binaçv kiriye, jinbîya rapçîyekî Alman ku bûye çekdareke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), ji ber endamtîya wê ya rêxistinê, AFP ragihand.

Jina bi navê tenê bi Omeyma A. tê naskirin li Hamburg hat girtin hefteya borî û her wiha ew bi xwedîkirina zarokên xwe li ser îdyolojîya rêxistinê jî tawanbarkirî ye.

Omeyma A. bi rapçîyê bi navê Denis Cuspert re şû bû, ku di qada hunerê de bi navê Deso Dogg tê naskirin, piştî kuştina hevjînê wê di êrîşeke asmanî li bajarê Kobanê yê Sûrî de, li gorî dozgerîyê.

Cuspert, sala borî di êrîşeke asmanî de li Sûrîyayê hat kuştin, ku ji navdêrtirîn çekdarên bîyanî yên DAIŞê bû, di gelek vîdyoyên propogandayî de dihat dîtin di nav de vîdyoyek ku tê de serîyekî jêkirî hilda bû.

Omeyma A. di Kanûna Duyem a 2015'an de ew û hersê zarokên xwe derbasî Sûrîyayê bûn, da tevlî hevjînê xwe yê yekem û bavê wan Nadir H. li Sûrîyayê.

Dozgerîya giştî dîyar kir ku ew li jêr rêgezên DAIŞê dijîya, zarokên xwe jî li ser ayînên rêxistinê xwedî dike, û mehane alîkarîyê ji milîsên tundrew werdigire.

Paşê bi Cuspert re şû bû, lê dev jê berda û vegerîya Almanyayê û zarokeke di nav wê de bû, ew jî li gel sê zarokên din, di 2016'an de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500