Nûçeyên Iraqê

Bi sedên kesan li dijî rejîmê li Idlibê xwenîşandanê dikin

Bi sedên Sûrîyan xwenîşandan li dijî rejîmê li parêzgeha Idlibê Înê (6ê Îlonê) pêk anîn, li cihê ku agirbesteke şikeva operasyoneke xwînrêj a bi mehan dirêj kiriye rawestand, AFP ragihand.

Hinek xwenîşander li nêzî dergehê sînorî yê Bab el-Hewa yê bi Turkîyayê re kom bûn, ku zîrevanên sînor ên Turk heftîya borî agir berdan û xazên firmêskrêj bi kar anîn bo belavkirina xwenîşanderên Sûrî.

Wan alaya sê stêr a şoreşa heşt-salî bilind kir û slogan li dijî rejîmê gotin, û hinekan bang li Turkîyayê, piştevana opozîsyonê, kir ku sînorên xwe veke.

Xwenîşandan piştî hevalbenda Şamê Rûsyayê agirbestek li herêma Idlibê, li bakurê-rojavayê Sûrîyayê, Îna borî ragihand hat.

Êrîşên asmanî rawestîyane ji dema ku Şemîya borî rêkeftinê ket dewrê, lê topbarankirin hîn jî berdewam e.

Sêşemê, Save The Children got ku dibe bi hezarên zarokan li bakurê-rojavayê Sûrîyayê "ji derfeta perewerdeyê mehrûm bimînin" ji ber tundûtûjîyên vê dawîyê.

Biryar e ku xwendin di dawîya Îlonê de dest pê bike, lê bitenê bêhtir ji nîvê dibistanên herêmê, ku 1,193 dibistan in, di xizmetê de ne.

"Piştî ku sala nû ya xwendinê dest pê bike, dê dibistanên mayî bi tenê 300,000 ji eslê 650,000 zarokên di temenê dibistanê de wergirin," rêxistinê got.

Rêxistinê got ku bordumankirina dijwar ji dawîya Nîsanê de ziyan gihandiye 87 sazîyên fêrkirinê.

Wê got ku bêhtir ji 200 dibistanan weke wargeh bo van bêwarên şer tên bikaranîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500