Nûçeyên Iraqê

Kurdên Sûrîyayê sê zarokên girêdayî DAIŞê didin dest Nîcîrîyayê

Desthilatdarîya Kurdî li bakur û rojhilatê Sûrîyayê Pêncşemê (5ê Îlonê) sê birayên girêdayî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dane dest Nîcîrîyayê, di yekem operesyona vegerandinê bo welatekî Afrîqayî de, berpirsekî ragihand.

"Sê zarok... bo nûnerên hikûmeta Nîcîrî hatin radestkirin," Fener Kayt berpirsê kar û barên derve yên Kurdî, got.

Ew zarok xwişkek û du bira ne -- hemû temenê wan di nav pênc û deh salan de ye -- û dê û bavên wan tune ne Kayt ji AFP re ragihand.

Nûnerekî hikûmeta Nîcîrîyayê got ku welatê wî dozine din lêkolîn dike.

"Me ji desteya pêwendîyên derve ya Birêveberîya Kurdî xwest ku lîsteyekê bi navên kesên Nîcîrî û Afrîqayî" yên ku di girtîgehê wê de ne amade bike, Mûsa Hebîb Marîka got.

"Ji bo çekdarên (DAIŞê) yê Nîcîrî, hikûmeta Nîcîrî dê vê yekê bikole," Marîka pirsyareke têkildarî gelo tu plana welatê wî heye ku çekdaran vegerîne wiha bersivand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500