Nûçeyên Iraqê

Raport: Lîreya Sûrî di bazara reş de pir kêm-nirx e

Nirxê lîraya Sûrî li hember dolar bi awayekî dijwar kêm bûye û êdî gihiştîye nirxê herî kêm di dîrokê de, li gorî raporteke aborî ku Sêşemê (3yê Îlonê) hatiye belavkirin.

Di bazara reş de roja Sêşemê, 650 lîra dolarek dikir , li gorî raporteke AFP.

Ev "nirxê herî arzan e di dîrokê de", Cîhad Yazicî , sernivîserê belavoka aborî ya bi navê Syria Report wiha şirove kir.

Wî got ku "ev kêmbûn pir balkêş e" ji ber ku nirxê 500 lîreyan dikir dolarekî di dawîya sala borî de.

Di destpêka şer de, nirxê lîreyê li hember dolar 48 bû.

Şerê heft salî li Sûrîyayê aborîya welat wêran kir, û yedekên wê ji diravên biyanî vala kirin.

Desthiladarî texmîn dikin ku ji sala 2011an de, ziyaneke bi qasî 74 milyar dolaran gihiştîye sektorê neftê û xazê li Sûrîyayê.

NY texmîn dike ku şer bûye sedema wêraniyeke bi qasî 400 milyar dolaran.

Şer herwiha 370,000 kuştine û bi milyonan kes bêwar mane ji destpêka 2011an de ji ber serkutkirina hovane ya ji nerazîbûnên li dijî hikûmetê re.

Di raporteke salane de ku Çarşemê Yekîneya Hewalgirîya Aborî der xistiye, Şam weke bajarê herî xirab ê "jîyan lê nabe" di nava 140 bajaran de li seranserê cîhanê hatiye destnîşankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500