Nûçeyên Iraqê

NY dê derketina ji wargeha biyabanî ya Sûrî "hêsan" bike

NY Înê (30yê Tebaxê) ragihand ku ew dê alîkarîya sivîlan bike da ji wargeheke biyabanî "bêbin" a Sûrî ku li nêzî sînorê bi Urdinê re ye derkevin, piştî misyonekê ku di hefteya borî de kesên bixwazin derkevin destnîşan kirin.

"Em amade ne" derketina ji wargeha Rukbanê hêsan bikin, birêveberê karûbarên mirovî yê NY ê Sûrîyayê Panos Moumtzis got.

"Em dixwazin ev yek di awayekî xwebexş pêk were," wî ji AFP re di hevdîtinekê li Beyrûtê de got, rewşa li wargehê jî bi rewşa "bêbin" bi nav kir.

Li gorî berpirsê NY, nêzî 12,700 kes li wargeha Rukbanê ya dûrmayî mane ya li nêzî baregeheke hevpeymanîya navdewletî ya şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike.

Hikumeta Sûrî û Rûsya got ku di Sibatê de, wan korîdor bo wargehê vekirin, û banga derketinê ji niştecihan kir.

NY dibêje ku bêhtirî nîvê niştecihên resen di çend mehên dawî de derketin.

Berpirsê NY destnîşan kir ku hefteya borî NY û Heyva Sor a Sûrî bo wargehê hatin şandin da hejmara kesên mane û yên dixwazin derkevin nas bikin.

Moumtzis daxuyand ku "bêhtirî sê ribên wan dixwazin derkevin."

Wî da zanîn ku "hejmara mezin dixwaze here herêmên li jêr destê rejîmê û hinek dixwazin herin ber bi bakur ve," ku li jêr destê opozîsyonê ye.

Panos Moumtzis dîyar kir ku 47% ji niştecihan dixwazin li wargehê bimînin, ku ev yek bi "metirsîyên ewlehî" û "tirsa ji girtinê" ve girêdan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500