Nûçeyên Iraqê

Hungarya DAIŞîyekî Sûrî bi serjêkirina îmamekî tawanbar dike

Dozgerên Hungarî Sêşemê (3yê Îlonê) zilamekî Sûrî ku li Budapêstê sala par bi tawana terorê û tawanên dermirovî hatibû girtin tawanbar kir di nav de serjêkirina îmamekî li Sûrîyayê di 2015an de.

Li gorî daxuyanîyekê ku ji Ofîsa Serdozgerê Giştî yê Budapêstê, dozgerên giştî dixwazin hikumê ebedî li zilamê bi navê F. Hesen ê 27 salî bêyî tu mercan bibirin.

Desthilat dibînin ku wî yekîneyeke biçûk a "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Homsê bi rê ve birîye di 2015an de, ku bi teror û bidarvekirina sivîl û oldarên nexwestin tevlî refên terorîstan bibin hatibû erkdarkirin.

Ew bi serê xwe beşdarî serjêkirina îmamekî li bajarokê Suxnê bûye, her wiha sê kesên din li deverê kuştine di navbera 13 û 15ê Gulana 2015an de.

Yekîneya wî herî kêm 25 kes li bajarokê kuştine di wê demê de, di nav de jin û zarok, li gorî daxuyanîya dozgeran.

Desthilatên Malta, Yonan û Belcîka, her wiha li Hungaryayê, beşdarî lêpirsînê bûn, ku bi hevahengîya ajansa Eurojust a hevkarîya dadwerî ya Ewropî pêk hat.

Zilam, yê kaxezên penaberîyê ji dewleta Yonanê wergirtibû, li balafirgeheke Budapêstê di 30yê Kanûna Yekem de hat girtin piştî wî kaxezine sexte bo xwe û hevaleke xwe ya seferê pêşkêş kirin.

Parêzerê wî got ku delîlên dozgerên giştî, di nav de hevpeywendîyên tomarkirî, vîdyoyên tawanên kuştinê, û belgeyên kesê gumanbarkirî, tawanan piştrast nakin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500