Nûçeyên Iraqê

Artêşa Îraqî 20 gundên nêzî sînorê Sûrîyayê ji teqemenîyên şer paqij dike

Hêzên Îraqî 20 gund ji paşmahîyên şer û bombeyên bidestçêkirî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Beac li bakur-rojavayê Nînewayê hiştibûn paqij kirin, Fermandarîya Operasyonên Nînewayê Pêncşemê (29ê Tebaxê) ragihand.

Yekîneya Endezyarî ya Serbazî û hêzên hewalgirî yên artêşê dora du tonên teqemenî, bombe û heyberên din ên cihêreng ji 20 gundên li nêzî sînorê Sûrîyayê rakirin, fermandar lîwa Numan Zewbeî wiha ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî dîyar kir ku çek û teqemenî di veşargeheke DAIŞê de hatin dîtin an jî weke xefikan dihatin bikaranîn da hêzên ewlekarîyê û sivîlan bikin armanc.

Zewbeî anî ziman ku "artêş dê pêvajoyên xwe yên lêgerîn û maliştinê dewam bike da zû niştecih vegerin gundên xwe berî dawîya salê."

Wî destnîşan kir ku ew dê kehrebe, av û xizmetguzarîyan vegerînin û ji nû ve dibistan û navendên tenduristîyê ava bikin weke beşekî ji xebatên aramîkirinê li bajarên rizgarbûyî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500