Nûçeyên Iraqê

Hêzên rejîmê gaveke din ber bi bakur-rojavayê Sûrîyayê ve diavêjin

Hêzên rejîmê yên Rûsya piştevanîya wan dike gelek bajarok û gund li bakur-rojavayê Sûrîyayê Pêncşemê (29ê Tebaxê) kontrol kirin, ku êrîşên asmanî yên dijwar li ser asêgeha tundrewan pêk anîn, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku heft sivîl di êrîşeke asmanî de hatin kuştin li başûrê asêgehê, piştî rejîmê 12 kesên din kuştin bi rojekê, di nav de şeş zarok li bajarokekî.

Heftîya borî, rejîmê bajarokê Xan Şêxûnê kontrol kir, li ser rêya bilez a sereke ye ku di parêzgeha Idlibê re derbas dibe, Şam û Heleb jî bi hev girê dide.

Li gorî serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman, nîvê şevê, çekdarên bi ser hikumetê ve "karîbûn ber bi gundewarê Idlibê yê başûrî ve biçin."

Ramî anî ziman ku wan bajarokên Temaneh û Xuweynê kontrol kirin, her wiha gundên derdorê, li rojhilatê Xan Şêxûnê.

Wî dîyar kir ku "hêz hewl didin kontrola xwe li Xan Şêxûnê berfireh bikin berî ew ber bi bakurê bajarokê Maeret Numanê ve bi pêş de biçin."

Ji alîyê bakur ve, Maeret Numan rêya duyemîn e ya ku diçe ser rêya bilez a Şam-Helebê.

Çarşemê, êrîşên asmanî yên rejîmê 12 sivîl kuştin --nîvê wan zarok bûn-- li Maeret Numanê.

Çar sivîlên din jî li deverên din ên asêgehê hatin kuştin, di nav de zarokek.

Bombebarankirina zêde ya artêşa Sûrî û Rûsî ji Nîsanê ve bêhtirî 950 sivîl li Idlibê kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500