Endamê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku berpirsê wêrankirina monumêntên li Mûzexaneya Mûsilê bû li rojavayê Mûsilê hat girtin, Wezaret Hundir a Îraqî Sêşemê (27ê Tebaxê) ragihand.
Wezaretê di daxuyanîyekê de ragihand ku "hêzeke hevbeş ji rêveberîya polîsê Nînewayê milîtanekî DAIŞê girt ku li wêrankirin û xerabkirina Mûzexaneya Mûsilê mukur hat."
Yê girtî di vîdyoyeke DAIŞê de hatibû dîtin, gava rêxistinê Mûsilê kontrol dikir, rahiştibû çakûçekî hesinî û peykerên Asûrî yên di mûzexaneyê de wêran dikirin.
Li gorî daxuyanîyê, ew li taxa Til Riman li rojavayê Mûsilê hat girtin.