Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 8 endamên DAIŞê li Enbarê digirin

Hêzên Îraqî heşt endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Enbarê girtin di operasyoneke ewlehî ya berfireh de di heftîya borî de, polîsê Îraqî li parêzgeha Enabrê Duşemê (26ê Tebaxê) ragihand.

Yên girtî bi pêkanîna êrîşên cihêreng ve tawanbar in di dema DAIŞê Enbar kontrol kiribû de, polîsê Enabrê lîwa Hadî Kesar Erzayîc wiha ji Diyaruna re got.

Wî got ku girtin li Remadîyê, Felûca, Kerma û Hebanîyê pêk hatin.

Erzayîc dîyar kir ku sê girtî bi alîkarîya niştecihên xwecihî hatin girtin, "di nav de kesekî ku xizmê wî polîs agahdar kiribû."

Erzayîc anî ziman ku ev kes "xwe li jêr navine sexte yên cihêreng veşartibû" da neyê kifişkirin.

Wî da zanîn ku polîs dê her li pey paşmahî û şanên DAIŞê bigirin li deverên niştecihî, her wekî artêş jî dê li rojavayê biyabana Enbarê û baxçeyan li wan bigere.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500