Nûçeyên Iraqê

Pompeo: DAIŞê li ber xwe dide tevî jidestdana xakê

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dimîne xeterîyeke li Sûrîya û Îraqê, û li hinek deverên ku wê hêz bi dest xistiye tevî bidawîkirina kontrola rêxistinê li ser zemînê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo Sêşemê (20ê Tebaxê) ragihand.

"Hinek cih hene ku DAIŞ li wan pir xurttir e ji berî sê yan çar salan," Pompeo di bernameyeke CBS TV de a bi navê "Vê Sibehê" got.

Wî got ku lê ji dema ku kontrola fîzîkî ji xakê re bi dawî bû, karîna wan a pêkanîna êrîşan "lawaz bû ye û êdî zehmetir ew êrîşan bikin".

"Me xeterîya mezin kên kir, Ne tev, lê beşekî mezin jê. Em pir kêfxweş in bi karê ku me pêk anîye."

Raporteke Pişknerê Giştî yê Pentagon destpêka vê mehê got ku DAIŞ "ji rewşa hêzeke xak di dest de çû rewşa têkdanê li Sûrîyayê", û wê karînên xwe yên têkdanê li Îraqê xurt kirine.

Raportê got ku DAIŞê " li Sûrîyayê 'şanên vejînê' ava kirine û hewl dide ku fermandarîya xwe berfireh bike û hinek deveran Îraqê kontrol bike".

Amerîka çend caran teqez kiriye ku ew pêbend e bi Hevpeymanîya Navdewletî ya şerê DAIŞê li Sûrîya û Îraqê dike, û ew dê berdewam be di piştgirîkirina xebatên wê de yên bo piştrastbûn ku paşmahîyên rêxistinê êdî têk çûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500