Nûçeyên Iraqê

Tundrew, çekdarên alîgir ji devereke sereke li bakur-rojavayê Sûrîyayê vedikişin

Tundrew, çekdarên alîgir ji devereke sereke li bakur-rojavayê Sûrîyayê Sêşemê (20ê Tebaxê) vekişîyan ku hêzên serok Beşar Esed êrîşek li dijî herêma Idlibê ya di destê tundrewan de ye pêk anî, AFP di raportekê de ragihand.

Bajarokê Xan Şêxûnê li qeraxa başûrê herêmê ye ku armanceke sereke ji hikumetê re ye, li ser rêya sereke ya bilez a diçe parêzgeha Idlibê ye û Şama paytext bi bajarê Helebê girê dide.

Vê dawîyê, hêzên rejîmê ber bi herêma Idlibê ve çûn, û qeraxên başûrî yên asêgehê hembêz kirin.

Di saetên sibeha Sêşemê de, çekdarên li dijî Esed ji Xan Şêxûn û gundewarên wê yên başûrî vekişîyan, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman dîyar kir ku ev vekişîn tê wateya hebûna nuqteyeke çavdêrîyê ya Turkî li nêzî bajarokê Morek, her wiha rêzegundên li derûdora hêzên hikumetê.

Wî destnîşan kir ku hemû rêyên tên deverê ji hêla hêzên hikumetê ve kontrolkirî ne yan jî di çarçoveya çekên wê de ne.

Peyvdarê Tehrîr el-Şam vekişîna hêzên xwe ji gundewarê derdora Morek red kir, û da zanîn ku wan xwe ji nû ve li başûrê Xan Şêxûnê bi rêxistin kir piştî bombebaraneke dijwar.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500