Nûçeyên Iraqê

2 endamên DAIŞê li Kermayê li Enbarê tên girtin

Du endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku di çendîn êrîşên li dijî hêzên Îraqî de li Enbarê cih girtibûn hatin girtin, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî Sêşemê (13ê Tebaxê) ragihand.

"Yekîneyên hewalgirîya serbazî ya Firqeya 10ê ya Artêşa Îraqî operasyoneke astbilind pêk anîn û du terorîst li navçeya Kermayê li parêzgeha Enbarê girtin," wezaretê di daxuyanîyekê de ragihand.

"Her du terorîst di çendîn êrîşên li dijî hêzên me yên ewlekarîyê de li Cisir el-Rod, Qenater û Ebû Siûdayê cih girtibûn," wezaretê got, û daxuyand ku ew li gorî madeya 4ê ya yasaya dijî-terorîzmê dihatin xwestin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500