Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî 2 kesên ji hêla DAIŞê hatibûn revandin azad dikin

Du Îraqîyên ku ji hêla "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn revandin bi opersyoneke ewlehî ya taybet li başûrê Kerkûkê (11ê Tebaxê) êvara Yekşemê hatin azadkirin, polîsê Îraqî li Kerkûkê ragihand.

Piştî çend rojan ji çavdêrîkirinê, hêzên ewlekarîyê yên hevbeş yên ji polîsê Kerkûkê û Polîsê Federal "operasyoneke mezin" li Wadî Zxeytûn, li başûrê Kerkûkê, pêk anîn, û du sivîlên li cem DAIŞê girtî bûn rizgar kirin, eqîd Muhemed Obêdî, cîgirê fermandarê hêzên operasyonên taybet ên polîsê Kerkûkê got.

Herdu girtî, Hazim Ehmed Ezîz û Besam Rehîm Dahir, ji hêla DAIŞê ve berî du heftîyan hatibûn revandin, ku DAIŞê pere ji wan dixwest li beramberî serbestberdana wan, û aniha li malbatên xwe vegerîyan, Obêdî wiha ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku "terorîstekî ku di hundirê avahîya herdu girtî tê de bûn di heman operasyonê de hat girtin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500