Nûçeyên Iraqê

Otombîleke bombrêjkirî ya DAIŞê 5 kesan li bakurê-rojhilatê Sûrîyayê dikuje

Teqîneke bi otombîleke bombrêjkirî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berpirsyarîya xwe jê ragihand Çarşemê (7ê Tebaxê) pênc kes kuştin, ku sê ji wan zarok in, li bajarokekî li jêr kontrola Kurdan li bakurê-rojhilatê Sûrîyayê, AFP ragihand.

Otombîleke bombrêjkirî li bajarokê Tirbesipîyê (Qehtanîyayê) li parêzgeha Hesekê teqîya, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Li gorî Hogir Arefat, berpirsekî asayîşê, bombe ji dûr ve li pêş navenda berîda bajarok hat teqandin.

"Sê zarok di teqînê de hatin kuştin, ji ber ku ew li nêzî dibistaneke seretayî bû," wî got.

DAIŞê êrîş li ser kenala xwe ya di malpera Telegram de angaşt kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500