Nûçeyên Iraqê

Amerîka bang li Ewropayê dike ku çekdarên DAIŞê ji Sûrîyayê vegerînin

Amerîka Pêncşemê (1ê Tebaxê) bang li welatên Ewropayê kir ku welatîyên xwe yên çûne Sûrîyayê û di nava refên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) şer kirine vegerînin, AFP ragihand.

Ev bang, ku berî aniha jî ketiye rojevê de, di demekê de tê ku Wezareta Dadê ya Amerîkî ragihand ku xortekî 23 salî ji Teksasê piştî çûna wî ya Sûrîyayê da tevlî refên DAIŞê bibe, li Dalasê hat girtin.

"Erkê me tevan e ku em nehêlin ew dîsa vegerin qadên şer," balyoz Nathan Sales, kordînatorê beşê dijî-terorê yê Wezareta Derve, derbarê çekdarên DAIŞê yên hatine girtin de got.

Sales dîyar kir ku "şêweyê herî baş da em vê yekê pêk werînin ew e ku her welatek welatîyên xwe vegerîne û li wan cem xwe dadgeh bike."

Wî got ku "em dixwazin bibînin ku welatên Ewropayê tiştekî derbarê ve mijarê de dikin," wî got. "Bila tu kes nefikire ku dê Amerîka vê pirgirêkê ji wan re çareser bike."

Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bi Karûbarên Sûrîyayê James Jeffrey ragihand ku Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD) di dema niha de bêhtir ji 10,000 tundrew di girtîgehên xwe de dihêle, di nav de 8,000 biyanîyên ku ji bêhtir ji 50 welatî ne.

Bi sedan kes ji wan Ewropayî ne.

Jeffrey dîyar kir ku 70,000 hevjîn û zarokên tundrewan jî hene, di nav de 10,000 kesên ku têkilîya wan bi 2,000 çekdarên biyanî re hene.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500