Nûçeyên Iraqê

6 mirî di êrîşên DAIŞê de yên li ser hêzên ewlekarîyê li bakurê Îraqê

Êrîşên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ)l li ser hêzên ewlekarîyê li bakurê paytexta Îraqî şeş endamên wê kuştin, berpirsan Pêncşemê (1ê Tebaxê) ragihand.

Sê endamên polîs û du endamên Heşda Şaebî di êrîşekê de li ser xaleke pişkinînê li başûrê bajarê Tikrîtê hatin kuştin, berpirsekî ewlekarîyê ji AFP re ragihand, lê bi mercê navê wî neyê eşkerekirin.

Wî got ku paş êrîşê, pevçûnek sê demjimêran bi çekên sivik dewam kir.

Dora 300 kîlometran li rojhilat, li navçeya Xaneqîn, rêxistina tundrew hawin avêtin navendeke hêzên Asayîşa Herêma Kurdistana Îraqê, li gorî berpirsekî Kurd.

Endamekî asayîşê hat kuştin di şerekî ku demjimêrekê dewam kir berî ku êrîşkar birevin, fermandarekî bi navê Nûşêrwan Ehmed ragihand.

Îraqê bi fermî serketina li dijî DAIŞê di dawîya 2017an de ragihand, lê hîn jî şanên razayî êrîşan li deverên dûrdest pêk tînin, û xalên pişkinînê, jêrxane û berpirsên xwecihî armanc dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500