Nûçeyên Iraqê

Mûşek, êlekên teqîner di veşartgehekê de li nêzî Bexdayê tên dîtin

Wezareta Karê Hundir a Îraqî got ku veşartgeheke çek, êlekên teqîner û mûşekan dihundirandin li nêzî Bexdayê hat dîtin di operasyoneke polîs û artêşê ya hevbeş de ya ku berbanga Çarşemê (31ê Tîrmehê) hat pêkanîn.

"Hêzên polîs û artêşê veşartgeheke li jêr erdê ya 'Dewleta Îslamî' (DAIŞ) li Meamîrê li navçeya Ebû Xrêbê dîtin, veşartgeha ku sê êlekên teqîner, mûşekên ku meda-kurt, çek, cebilxaneyên cuda, û bombeyên bidestçêkirî yê xwemalî dihundirandin," peyvdarê wezaretê lîwa Saed Maen ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku herwiha hêza hevbeş belge û agahîyên girêdayî DAIŞê di heman veşartgehê de dîtin.

"Terorîst çekên xwe li şûn xwe di bin erdê de dihêlin bi hêvîya ku piştî demekê wan careke din bi kar bînin, lê hêzên ewlekarîyê hewl didin ku nehêlin ew yek çêbibe, ew jî bi rêya operasyonên lêgerînê yên berdewam, bi taybet li derdora Bexdayê," wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500