Nûçeyên Iraqê

Endamekî DAIŞê li Diyalayê tê girtin

Sê gumanbarên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) di nav de jinek, li parêzgeha Diyalayê roja Yekşemê (28ê Tîrmehê) bi tawana tecnîdkirina ciwanan da tevlî refên rêxistina terorîst bibin hatin girtin, Şana Medyaya Ewlehî ya Îraqî ragihand.

Şanê got ku "hêzeke Birêveberîya Hewalgirîyê ya ser bi Wezareta Hundir ve sê gumanbarên terorîst ên DAIŞî, di nav de jinek, li Diyalayê girtin."

Şana Medyayê daxuyand ku "her sêyan hewl dida ciwanan tecnîd bikin û wan bixapînin da ew tevlî komên terorîst bibin bi rêya malperên torên civakî ku propagandayê bo îdyolojî û kiryarên tawankarî dikin."

Şanê anî ziman ku gumanbar li ser bingeha agahîyên hewalgirî û çavdêrîkirina ji hêla birêvberîya hewalgirîya Diyalayê ve hatin girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500