Nûçeyên Iraqê

3 tunelên DAIŞê li ser sînorê Sûrîyayê tên wêrankirin

Hêzên Îraqî sê tunelên jêrzemînî di navbera Îraq û Sûrîyayê de ku ji alîyê endamine "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve dihat bikaranîn da di nava herdu welatan de çûnûhatinê bikin dîtin, Fermandarîya Operasyonên Cezîra û Badiyayê Sêşemê (23yê Tîrmehê) ragihand.

"Tunela yekem li Qaimê li parêzgeha Enbarê ye û herduyên din li Husba û Cezîrê ne, li beramberî Dêra Zorêya Sûrîyayê," fermandar lîwa Qasim Muhemedî ji Diyaruna re eşkere kir.

Muhemedî dîyar kir ku dirêjbûna her tunelekê cuda ye, ku yek ji wan, dirêjahîya wê digihêje bêhtir ji 1,700 metreyan, û ew ji alîyê endamine DAIŞê ve bo çûnûhatin û veguhastina çekan dihatin bikaranîn.

Wî got ku hersê tunel aniha bi temamî hatine wêrankirin, û da zanîn jî ku operasyonên lêgerîna li veşartgehên DAIŞê li seranserê xeta sînorî ya di navbera herdu welatan de li dar in.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500