Nûçeyên Iraqê

DAIŞ teqîna otombîleke bombebarkirî li Şamê angaşt dike

AFP ragihand ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) got ew li paş teqîna otombîleke bombebarkirî li Şamê, ya roja Duşemê (22ê Tîrmehê) bû, ev angaşta yekemîn e ji gava hêzên rejîmê sala borî tundrew ji paytextê qewitandin.

Medyaya fermî ya dewletê berî niha ragihandibû ku sivîlekî jîyana xwe ji dest da gava otombîleke bombebarkirî li taxa Qedem, a li başûrê paytextê, teqîya.

Ev êrîşa herî nû ye di nava rêze-êrîşên weke vê de, ku Şama paytext di van mehên dawî de kirine armanc, lê ev êrîşa yekemîn e ku DAIŞê digire ser xwe ji çaxê ji taxa başûrî ya bajêr hatiye qewitandin di Gulana 2018an de.

Wêneyin ji ajansa SANA ya bi ser rejîmê ve, otombîleke sipî ku ji teqînê bûye qirik belav kir.

Ajansê got ku "sivîlek hat kuştin bi bombeyeke ku di hundirê otombîlekê de çandî bû".

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku êrîşê fermandarekî payebilind ê Hêzên Berevanîya Niştîmanî, ku milîseke ser bi rejîmê ve ye, kiribû armanc.

Li gorî Rewangehê, ajokerê otombîlê di teqînê de hatiye kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500