Nûçeyên Iraqê

Rêxistineke çavdêrîyê hişyarîyê dide ku qeyrana avê li Besrayê dubare bibe

Human Rights Watch Duşemê (22yê Tîrmehê) hişyarî ji dubarebûna qeyraneke avê ya kujêner mîna ya sala par li parêzgeha Besrayê li başûrê Îraqê da, eger alîyên pêwendîdar encamên birêvebirina binketî ya bi dehên salan sererast nekin.

Dora 120,000 kes ketine nexweşxaneyê de sala par piştî vexwarina ava pîsbûyî, û ev qeyrana tendirûstî ya mezin bû sedema protestoyên xwînî.

Di raportekê de, HRW gişt encama ku rewşa xerab a avê hevdem bû ligel belavbûna kevzê, ya ku sala par bi awayekî bilez belav bû li Şet el-Ereb, ya ku di Besrayê re diçe û çavkanîya wê ya avê ya bingehîn dabîn dike.

Raportê dîyar kir ku dibe keviz, pîsbûn û şorahîya bilind qeyraneke tendirûstî ya mezin bi xwe re bînin.

"Ev binketinên han jî mafên şênîyên Besrayê yên têkildarî av, sarinc, tendirustî, agahî û xawendarîyê, yên ku yasaya niştîmanî û navdewletî wan misoger dike, bin pê dikin," rêxistinê wiha got.

HRW got ku berpirsên Îraqî ne bi awayekî guncan ligel welatîyan li dor tengavîyê diaxêvin, ne jî encamên lêpirsîn û lêkolînên sala û rêkarên yên têkildarî çareserkirina sedeman eşkere dikin.

"Encama lêkolîna me pir zelal e û dibêje ku qeyrana li Besrayê nehatiye çareserkirin," Belqîs Wilê, lêkolînera HRW li Îraqê wiha got.

Wê ji AFP ragihand ku berpirs pêbend in ku bi hemû welatîyên Îraqî re derbarê rewşa ava vexwarinê di têkilîyê de bin.

"Ev mafê welatîyan e," Wilê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500