Nûçeyên Iraqê

Êrîşeke li ser trêneke fosfatê li navenda Sûrîyayê

Trêneke bar hat armanckirin û astengkirin roja Yekşemê (21ê Tîrmehê) dema ku wê barekî fosfatê hildigirt li navenda Sûrîyayê, AFP ragihand.

Tîma trênê jî birîndar bû" dema ku trên li parêzgeha Humsê ji rêya xwe derket, bar ji du otombîlan ketin û agir vêket, Wezareta Veguhestinê ya rejîma Sûrîyayê wiha got.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov jî qala wê bûyerê kir, û got ku "kesine nenas" bombeyek danîn ser rêya trênê li rojhilatê Tedmûrê û ew teqîya dema ku trên di ser re çû.

Teqînê hişt ku trên "bi temamî tatîl bibe", Rewangehê got.

Heta aniha tu alîyê êrîş li xwe negirtiye, lê hebûneke şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana berfireh a Sûrîyayê heye û ew êrîşan pêk tînin, tevî jidestdayîna navçeya dawî ya li jêr kontrola wan.

Êrîşa Yekşemê heftîyekê piştî êrîşeke sebotacê ya li ser hêleke girîng a veguhestina xazê ji zevîya xazê Şeîr ya li jêr kontrola rejîmê tê, zevîya ku ew jî li parêzgeha Humsê ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500