Nûçeyên Iraqê

Di NY de ji Rûsîyayê hat xwestin ku êrîşên xwe li ser nexweşxaneyên Sûrîyayê rawestîne

Rûsîya roja Pêncşemê (18ê Tîrmehê) biryara Konseya Ewlekarîyê red kir ku êrîşên li ser navendên tenduristîyê li herêma Idlibê ya Sûrîyayê bi dawî bike, AFP ragihand.

Di encamê de, daxuyanîyeke kêmpeyda derket holê piştî civîna ku ji hêla serokê karûbarên mirovî yê NY Mark Lowcock.

Wî got, "divê komkujî were rawestandin."

Balafirên rejîmê û yên Rûsî ji dawîya Nîsanê ve bombebarankirineke giran li ser herêma Idlibê li bakur-rojavayê Sûrîyayê daye destpêkirin, tevî ku lihevkirinek heye ku divê êrîşeke mezin ji hêla hikumetê ve pêk neyê.

Kiwêt, Almanya û Belcîka bang li civîneke girtî û bilez kir, ev jî dibe civîna herî dawî ku berî niha gelek civîn ji Gulanê de bo şerê li bakur-rojavayê Sûrîyayê hatibûn xwestin.

Reşnivîsa deqê "nîgeranîya xwe ji van êrîşên dawîn li ser nexweşxane û navendên din ên tenduristîyê" anî ziman, di nav de êrîşa 10ê Tîrmehê ya li ser Nexweşxaneya Mearet a Netewî .

Ev nexweşxane ji mezintirîn nexweşxaneyên herêmê ye, û ihdasîyatê wê di rêya "alaveke çareserkirinê" ya NY re ku naxwaze sivîl werin armanckirin, dîyar bûn.

Careke din Rûsîya bombekirina van dezgehan red kir.

Lowcock got ku piştî civînê, ji 1ê Tîrmehê ve, " herî kêm şeş navendên tenduristîyê, pênc dibistan, sê êstgehên avê, du nanpêjgeh û ambulansek xerab û wêran bûn."

Wî dîyar kir ku "gund bi temamî hatin valakirin û wêrankirin" ji ber êrîşên asmanî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500