Nûçeyên Iraqê

Teqînek li başûrê Sûrîyayê dixe û şeş leşkerên rejîmê tê de tên kuştin

Teqînekê şeş leşker kuştin li başûrê Sûrîyayê Çarşemê (17ê Tîrmehê) di êrîşeke kujêner de ku berî vê çênebûye li dergûşa raperîna têkçûyî ya ku ev heşt salan berdewam e, AFP ragihand.

"Teqemenîyê karwana ku endamên Firqeya 4mîn diguhestin armanc kir" li başûrê parêzgeha Deraayê, Rewangeha Sûrî bo mafên Mirov got.

Herwiha pazdeh kesên din di êrîşêa nêzî gundê Yadûdê birîndar bûn,heft kîlometran li derveyî navenda parêzgeha Dearayê, Rewangehê got.

Yekser nehat naskirin bê kî li pey teqînê ye, lê alîgirên rejîmê li parêzgehê bi awayekî rojane rastî teqîn û guleyan tên, tevî ku piranîya wan ne kujêner in jî, Rewangehê got.

Li gorê serokê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman, çekdarên opozîsyonê yên berê yên ya jê re tê gotin berxwedana gelêrî li başûr gelek caran êrîşên mîna van pêk tînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500