Nûçeyên Iraqê

Rokêt 6 sivîlan li Heleba Sûrîyayê dikujin

Rokêtên tundrewan Yekşemê (14ê Tîrmehê) şeş sivîl kuştin û heşt birîndar kirin li bajarê Helebê, yê li jêr kontrola rejîmê ye, li gorî raportên medya fermî ya rejîmê.

Medya rejîmê got ku du tax bûne armanca lêdanan, û rokêtek li avahîya şaredarîya bajêr ket, a ku rejîmê ew bi temamî di dawîya 2016an de kontrol kir.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ev amar piştrast kir, û serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku dibe ev amar zêde bibe ji ber ku rewşa hinek birîndaran pir metirsîdar e.

Tundrewên li rojavayê Helebê cih digirin "bajar ji sibehê ve armanc dikin", wî got.

Hîn ne zelal e ka kîjan alî rokêtên ku Heleb armanc kirine berdane, AFP ragihand.

Çekdarên Tehrîr el-Şam li parêzgeha Idlibê û navçeyên li hawîrdorê cih digirin, di nav de gundewarê rojavayî yê Helebê.

Komên Îslamist û tundrew ên biçûktir li wan deveran hene.

Balefirên şer ên Rûsya û rejîmê êrîşên xwe yên asmanî li ser Idlibê ji dawîya Nîsanê de dijwar kirine, û dora 600 sivîl hatine kuştin.

Tehrîr el-Şam û çekdarên din bersiva êrîşên hêzên rejîmê li herêmê dan, di nav de li beşê bakurî yê parêzgeha Hemayê, ya ku herwiha cîranê Helebê ye jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500