Nûçeyên Iraqê

Pasdaran dibêje ku 5 ''terorîst'' li nêzî sînorê rojavayî hatine kuştin

Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) Pêncşemê (11ê Tîrmehê) ragihand ku wan pênc "terorîst" kuştine di pevçûnên ku li nêzî sînorê rojavayî yê bi Îraqê re qewimîne, AFP ragihand.

"Tîmeke terorîst ku hewl da bi dizî di sînorê rojavayî re derbasî welatê me bibe duho (Çarşemê)... bi temamî hat wêrankirin," Pasdaran di daxuyanîyekê de ku malpera wan a fermî Sepahnews belav kir got.

Pevçûn li nêzî bajarê Ciwanro qewimîne, ku 56o kîlometran li rojavayê Tehranê ye, li parêzgeha Kermanşahê.

Daxuyanîyê zelal nekir gelo kesên mirî ji opozîsyona Kurdî ne yan jî ji komên tundrew in, lê her du alî berî aniha ji Îraqê derbasî Îranê bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500