Nûçeyên Iraqê

Pevçûn 71 çekdaran li bakurê-rojavayê Sûrîyayê dikujin

Hêzên rejîma Sûrî û çekdarên tundrew û komên opozîsyonê Pêncşemê (11ê Tîrmehê) li bakurê-rojavayê Sûrîyayê piştî pêşdeçûyîneke bi rêbertîya Tehrîr el-Şam şer kirin, di encamê de 71 çekdar danê êvarî hatin kuştin, AFP ragihand.

Balefirên şer ên rejîm û Rûsîyayê bombebarankirina xwe li ser herêma Idlibê ji dawîya Nîsanê ve girantir kirine, Idliba ku piranîya xwe li jêr destê hevbendîya tundrew aTehrîr el-Şam e.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku derengîya Çarşemê, Tehrîr el-Şam û komên alîgîrên wê gundê Hemamîyat û girê wê kontrol kirin, ku şer navbera wan û rejîmê de rû da, û di encamê de jî 41 çekdarên rejîmê û 30 çekdarên hevbendîyê hatin kuştin.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman Pêncşemê dîyar kir ku "şer berdewam e û balefirên şer û topxaneya rejîmê herêmê didin ber lêdanan".

Nacî Mistefa, peyvdarê koma opozîsyonê ya bi navê Enîya Rizgarkirinê ya Niştîmanî ku alîgira Tehrîr el-Şam e, got: "Gir pir cihekî stratejî ye, ji ber ku raserîyê dike ... û herwiha rêyên îmdadê ji hêzên dijmin re dabîn dike."

Rewangehê anî ziman ku êrîşên asmanî yên Rûsî sivîlek li bajarokê Latamnayê kuştin û topxaneya opozîsyonê jî jinek li herêma Kernazê ya li jêr destê rejîmê kuşt.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500