Nûçeyên Iraqê

Di têqîna li ber rêbendeke pişkinînê li Efrîna Sûrîyayê rû da de, 13 kes jîyana xwe ji dest didin

Siwareyeke bombebarkî li nêzî rêbendeke pişkinînê ya çekdarên opozîsyonê bi piştevanîya Turkîyayê li bajarê Efrînê li bakur-rojhilatê Sûrîyayê (11ê Tîrmehê) rû da, di encamê de 13 kes, di nav de heşt sivîl hatin kuştin, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku "siwareye bombebarkirî li nêzî rêbendeke pişkinînê li dergeha bajêr hat teqandin ku siware bo pişkinînê li wir rawestîyayî bûn.

Rewangehê da zanîn ku di nava van kuştîyan de çar çekdar û kesek ku nehatiye naskirin hene.

Serokê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got ku "di nava qurbanîyan de, herî kêm şeş kes bi eslê xwe ji Xûtaya Rojhilatî ne," ev dever asêgeheke opozîsyonê ya berî bû ku rejîma Sûrî karîbû par wê dîsan bi dest bixe.

Heta niha tu alîyî ev teqîn negirtîye ser xwe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500