Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî bi dehên mayînan li Remadîyê dibînin

Hêzên ewlekarîyê yên Îraqî bi dehan mayîn û bombeyên bidestçêkirî li rojavayê Remadîyê dîtin li ser bingeha agahîyên niştecihên xwecihî, fermadarîya polîsê Enbarê Çarşemê (10ê Tîrmehê) ragihand.

Niştecihên Nedhum Teqsîm, li rojavayê Remadîyê, hêzên ewlekarîyê ber bi cihê teqemenîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve birin, serokê polîsê Enbarê lîwa Hadî Kesar Erzayîc wiha ji Diyaruna re got.

Erzayîc anî ziman ku hêzan "83 bombeyên bidestçêkirî, 65 mayînên dijî- tankan, RPG ên cihêreng, çek û cebilxane dîtin."

Wî dîyar kir ku "çar gumanbar di heman operasyonê de hatin girtin, û teqemenî bo cihekî biewle hatin veguhastin da paşê werin bêbandorkirin."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500