Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanîya Navdewletî bermahîyên DAIŞê li Musilê armanc dike

Çar çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di hundirê tunelekê de li başûrê Mûsilê hatin kuştin di êrîşeke asmanî de ji alîyê Hevpeymanîya Navdewletî ve, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqê Duşemê (1ê Tîrmehê) eşkere kir.

"Agahîyên hewalgirî yên deqîq alîkarî bi me re kirin ku em cihê tuneleke li nêzîkî gundê Eyn Cihêşê, li başûrê Mûsilê, nas bikin, cihê ku çekdarên DAIŞê plan dikirin ku kiryarên terorî yên cihêreng pêk bîn," peyvdarê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re eşkere kir.

"Me alîkarî bi hevpeymanîya navdewletî re kir da ku tunelê wêran bike," wî got.

"Balefireke şer a hevpeymanîyê lêdaneke deqîq pêk anî, tunel bi temamî wêran kir û çar çekdarên di hundirê wê de jî kuştin," wî got, û not kir ku lêdan di çavçoveya piştgirîya Hevpeymanîya Navdewletî ji artêşa Îraqî re tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500