Nûçeyên Iraqê

Serokê Îraqê: Divê Îraq ber bi şerekî herêmî yê din ve neyê kişandin

Serokê Îraqê Berhem Salih Çarşemê (27ê Hezîranê) ragihand ku divê welatê wî dîsan ber bi şerekî din li Rojhilata Navîn ve neçe, piştî ku alozî li dor cîrana wê Îranê zêde dibin, AFP ragihand.

"Me 40 salî êşa şer jîya kiriye. Em naxwazin rastî şerekî din werin," Salih li Chatham House, Peymangeha Şahnişînî ya Karûbarên Navdewletî ya li Londonê got. "Em nikarin barê şer hilgirin."

Ligel bilindbûna alozîyan di navbera Îran û Amerîkayê de, Salih israr kir ku welatê wî nabe "qadeke derketina şerkeran."

Wî got "em ji herkesî dixwazin ku rawestin... êdî bes e."

Salih îşaret bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kir û ev tişt anî ziman: "em naxwazin bibin qurbana şerekî li Rojhilata Navîn. Em hîna ji şerê xwe yê dawî safî nebûne."

Wî dîyar kir ku "li gorî berjewendîyên me yên netewî divê em têkilîya xwe bi Îranê re xweş bikin," û da zanîn jî ku "Amerîka hevkarekî Îraqê yê pir giring e."

Serok Salih, ê di Cotmehê de dest bi karê xwe kir, got ku berîtîya Bexdayê "aramî" ye.

Salih daxuyand "em gerekdar in ku Îraqê ji herêmeke şerê herêmî veguherînin herêmeke bazirganî û pêşxistina binesazîyê, herêmeke kar, derfet û pêşrojeke bo ciwanan."

Hevdem, Serokê Amerîkayê Donald Trump Çarşemê ragihand ku ew hêvî dike Amerîka tevlî şerekî bi Îranê re nebe, lê eger wê şer kir wê bersiva pir tund be.

Di hevdîtineke Fox Business News de, ji Trump hat pirsîn gelo dê şerê Îranê bike yan na.

Trump got "baş e, ez hêvî dikim em vê yekê nekin lê eger ji nivşkê ve tiştek çêbû em di cihekî pir xurt de ne. Em di rewşeke pir xurt de ne. Ew pir dirêj nake. Ez dikarim vê yekê ji te re bibêjim. Ez ne behsa hêzên li ser erdê dikim."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500