Nûçeyên Iraqê

Berpirseke NY dewletan han dide ku malbatên çekdarên DAIŞê vegerînin welatên wan

Seroka beşê mafên mirov ê NY Duşemê (24ê Hezîranê) bang li welatan kir ku endamên çekdarên biyanî yên li Sûrîyayê vegerînin, di nav de bi hezaran zarokên biyanî yên çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), AFP ragihand.

Banga Komîsyonera Bilind bo Mafên Mirov Michelle Bachelet di demekê de hat ku rêberên cîhanê rastî biryarên yekalîker û çarenivîssaz têkildarî malbatên çekdarên tundrew ên biyanî yên ku hatine girtin an hatine kuştin li Sûrîya û Îraqê tên.

Awstralya Duşemê teqez kir ku heşt sêwîyên çekdarên Awstralî yên DAIŞê ji kampeke li Sûrîayê hatine wergirtin û ew aniha li jêr guhlêdana hikûmetê ne.

Serokwezîr Scott Morrison berî aniha destnîşan kiribû ku dê hikûmeta wî bi tenê alîkarîya welatîyan bike eger ew têkilîyê bi balyozxaneyekê yan konsulxaneyekê re deynin.

Morrison got ku biryara Awstralyayê ya guhlêdan li van heşt zarokan, yên ku temenên wan di navbera 2 û 17 salan de ne, ne "bi hêsanî" hat dayîn. Lê wî teqez kir "divê zarok ji ber tawanên dêûbavên wan neyên cezakirin".

Çekdarên DAIŞê ji dora 50 welatan li Sûrîya û Îraqê girtî ne, û bêhtir ji 11,000 kes ji endamên malbatên wan li kampa Holê li Sûrîyayê tên hiştin.

Di gotarekê de di civîna destpêkê de ya Encumena Mafên Mirov a NY de, Bachelet hewl da ku ronîkirinekê bide hikûmetên nepiştrast li dor çawanîya danûstandin bi malbatan re -- bi taybetî zarok -- malbatên çekdarên tundrew ên ji welatên wan.

"Divê endamên malbatên biyanî bo welatên wan bên vegerandin, eger ew neyin dadgehkirin ji ber tawanan li gorî standerên navdewletî," wê got.

"Bi taybetî zarok, mafên wan pir hatine binpêkirin, di nav de yên ku DAIŞê tawanên hovane li dijî wan kirine yan ji alîyê DAIŞê ve hatine tecnîdkirin bo tevlî kiryarên tundrew bibin," wê got.

"Divê reçavkirina serekî pêgehandin, parastin û pêkanîna berjewendîyên wan be."

Seroka beşê mafên mirov ê NY amaje kir ku UNICEF texmîn dike dora 29,000 zarokên çekdarên biyanî li Sûrîyayê hebin -- 20,000 ji wan Îraqî ne -- û piranîya wan li jêr temenê 12 salî ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500