Nûçeyên Iraqê

Îraq bi awayekî fermî Papa Francis vedixwîne serdanekê

Serok Berhem Salih bi awayekî fermî Papa Francis vexwend ku serdana Îraqê bike piştî Papa got ku ew dixwaze here welatên Misilman tevî rewşên ewlehî li wan welatan, AFP Înê (21ê Hezîranê) ragihand.

Berî aniha di vê mehê de Francis got "ez dixwazim sala tê biçim" Îraqê, ya ku meydana şer bû ji hêzên hevrik re, di nav wan de "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û milîsên Îran piştgirîya wan dike.

"Serdana te ya pîroz dê derfetek be ku tu ronî bide Îraq û cîhanê û tu bînî bîra wan ku vê erdê qanûnên xwe yên yekemîn, çandinîya avî û mîrata hevkarîyê di nav mirovên ji olên cuda de dane mirovahîyê," Salih di nameyê de got.

Salih got ew hêvî dike ku serdan dê bibe "xaleke guhertinê di proseya çakbûnê û Îraq careke din karibe erdeke aram be ku mozayîkeke ol û bawerîyan karibe careke din bi awayekî lihev lê bi hev re bijîn weke çawa berîya hezarên salan dijîn".

Francis qayimkirina têkilîyan di navbera Xiristyan û Misilmanan de kire stûna bingehîn ji papatîya xwe re.

Vê salê wî serdana Mexrib û Ebû Zebîya Îmaratê kir.

Berî vê, bi çend salên, Papa serdana gelek welatên Misilman kir, di nav wan de Turkîya di sala 2014an de, Ezrebîjan di sala 2016an de û Misir di sala 2017an de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500