Nûçeyên Iraqê

Polîs: Teqîneke xwekujî di mizgeftekê de li Bexdayê 2 kesan dikuje

Teqîneke xwekujî di mizgeftekê de li rojhilatê Bexdyê du sivîl kuştin û heşt kese din jî birîndar hiştin Înê (21ê Hezîranê), du efserên polîsê Îraqî ji AFP re ragihand.

Teqînê li mizgefta Îmam Mehdî Muntezer li Belediyatê, li nêzî navçeya mezin û pir nişîn a Bajarê Sedir, da.

"Herî kêm yek ji êrîşkeran ku kembereke teqîner li xwe dikir hewl da derbasî avahîyê bibe lê pasîvanan nehişt, û paşê wî xwe bi wan de teqand," efserekî ji AFP re ragihand.

"Du sivîl hatin kuştin û neh kesên din birîndar bûne," çavkanîyê da zanîn.

Efserê duyem hûrgilî û amarên êrîşê piştrast kirin.

Li cihê buyerê, hêzên ewlekarîyê bi awayekî bilez dever dorpêç kir, fotograferekî AFP ku li mizgeftê amade bû ragihand.

Heta aniha tu alî xwe berpirsyarê êrîşê neragihandiye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500