Nûçeyên Iraqê

Encumena Ewlekarîyê ya NY ji bo Sûrîyayê dicive

Encumena Ewlekarîyê ya NY dê Sêşemê (18ê Hezîranê) di rûniştineke vekirî de bicive bo nîqaşkirina rewşa Sûrîyayê, welatê ku şer û pevçûnên dijwar di navebera hêzên rejîmê û komên tundrew de diqewimin, AFP ragihand.

Diplomatekî got ku civîneke mîna vê îro di ajandeya encumenê de tune bû lê Belcîka, Almanya û Kiwêtê, ku endamine encumenên yên nemayînde ne û operasyonên mirovahî li Sûrîyayê bi rê ve dibin ev yek pêşinyar kiribûn.

Diplomatekî din got ku Ameîrka daxwaz kir ku mijarên sîyasî yên şer di civînê de bên gifûgokirin. Tê payîn ku dê sekreterên giştî yên karûbarên sîyasî û mirovî Rosemary DiCarlo û Mark Lowcock axaftinan bidin.

Di Gulanê de, encumenê gelek civîn derbarê Sûrîyayê û rewşa parêzgeha Idlibê ya li jêr destê opozîsyonê li dar xistin. NY ji qewimîna bobelateke mirovî ditirse eger şer li bakur-rojavayê Sûrîyayê berdewam bike.

Di heftîyên dawî de, Idlib rojane rastî bombebaranê ji hêla rejîma Sûrîyayê û Rûsîyayê ve tê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500