Nûçeyên Iraqê

Tundrew 44 serbazên rejîmê dikujin li bakurê rojavayê Sûrîyayê

Pevçûnên giran di navbera rejîma Sûrîyayê û tundrewan de bûn encama kuştina 83 cengaweran li bakurê rojavayê wî welatî, AFP Înê (7ê Hezîranê) ragihand.

Pevçûnên li tixûbên herêma Idlibê 44 çekdarên alîgir ji rejîmê re û 39 tundrew û endamên komên çekdar ên din ji Pêncşemê de kuştine, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Tundrewan Pênşemê êrîşek li ser hêzên rejîmê pêk anîn, piştî çend pêşveçûnên rejîmê li deverê.

Ev êrîşa kujêner, li bakurê parêzgeha Hemayê, di demekê de tê ku zêdebûnek di tundîyê de li deverên li jêr kontrola Tehrîr el-Şam tê dîtin.

Rejîma Sûrîyayê û Rûsya ji dawîya Nîsanê de êrîşên xwe yên asmanî û topbarankirinên xwe ji herêmê re himbiz kirin, û çekdar li deverên tixûbî ketine pevçûnan.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku êrîşa Pêncşemê ya Tehrîr el-Şam û komên tundrew ên alîgir li ser gundê Cibîn piştî çend pêşketinên rejîmê li herêmê di heftîyên dawî de tên.

Hevbendîya tundrew dest danî ser çend giran û bilindahîyan di êrîşa xwe ya dijber de, li gorî serokê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman.

Rewangehê got ku, hevdem, êrîşên asmanî yên rejîmê li ser parêzgeha Idlib ya li tenîştê û deverên li derdorê roja Pêncşemê dijwar bûn, û şer û pevçûn qewimîn.

Li gorî Rewangehê, sivîlek di bordumanê de hatiye kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500