Nûçeyên Iraqê

Fermandarek: Misyona NATO li Îraqê ji ber tengijîna Îranî bi dawî nabe

Serokê misyona NATOyê li Îraqê Pêncşemê (6ê Hezîranê) teqez kir ku zêdebûna tengîjna di navbera Îran û Amerîkayê de karê hevbendîyê li herêmê asteng nekiriye, AFP ragihand.

Waşinton fermana derketina karmendine xwe yên ne awarte ji balyozxaneya Îraqê meha borî da ji ber gefeke milîsên Îraqî yên girêdayî Îranê, û Almanya û Holanda misyonên xwe yên rahînanê rawestandin.

Lê general Dany Fortin, yê ku serkêşîya misyona perwedahî û şêwirdarî ya NATOyê ya li Îraqê ya ku ji 500 leşkerî pêk tê dike, got ku hêzên wî "heta asteke baş" gef sivik kirin û karîn karê xwe berdewan bikin.

Fortin li navenda NATOyê li Bruksulê ji rojnamegeran re got ku "bê guman hîna metirsî heye herwekî alavên ragihandinê di heftîyên borî de ragihandin ku gefeke metirsîdar heye û vê yekê tirs ji me û Amerîkayê re çêkir".

"Me tedbîrên parêzî dane pêş bo em piştrast bin ku em hişyar in, em tiştan diguherînin, lê em dikarin çalakîyên xwe berdewam bikin. Loma vê yekê bandor li me nekir, ne jî li çalakîyên me yên perwerdekirinê kir".

Misyona NATOyê perwerdekirina hêzên Îraqî û başkirina navendên perwerdekirina serbazî dike armanc da tecrûbeya 2014an dûbare nebe, gava "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) rûbereke berfireh a deverên Sûrîya û Îraqê kontrol kir.

Fortin dîyar kir ku armanc avakirina sîstemeke "domdar" ya hêzan û perwerdekirinê li Îraqê ye, û da zanîn jî ku ew hêvî dike ev yek dê di sê heta çar salên bên de pêk were.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500