Nûçeyên Iraqê

Kurdên Sûrîyayê 148 jin û zarokên DAIŞê yên Uzbekî didin welatên wan

Desthilatên Kurdî li bakur-rojhilatê Sûrîyayê Çarşemê (29ê Gulanê) 148 jin û zarokên Uzbekî yên ser bi "Dewleta Îslam" (DAIŞ) ve radestî dîplomatên welatê wan, ê ku dikeve Asya Navîn de kirin, li gorî berpirsinan.

Bi giştî, bêhtir ji 300 kesên Uzbekî bo welatê wan hatin şandin, peyvdar Kemal Akif ji AFP re ragihand, di demekê de ku Kurd dixwazin ku bi hezarên tundrewên biyanî yên li kampan dijîn piştî binketina DAIŞê vegerînin welatên wan.

Tê payîn ku bi sedan Uzbekî tevlî çekdarên ku li Îraq û Sûrîyayê şer dikin bûne, di nav de DAIŞ.

Çekdarên DAIŞê yên ku xwe radest kirine yan hatine girtin dema ku ji asêgeha dawî ya tundrewan direvîn hîn di zindanên Kurdan de girtî ne.

Roja Çarşemê jin û zarok bi basên mezin ên sipî gihiştin bajarê Qamişlo, li gorî nûçegehanekî AFP.

Kom, di nav de dora 90 zarokan, dê bi balefirê bo bingeha asmanî ya Rûsyayê li Sûrîyayê bên şandin, û ji wir dê bo Uzbakistanê bên veguhestin.

Wî got ku nifşê duyem ê jin û zarokên Uzbekî dê di rojên nêz de were şandin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500