Nûçeyên Iraqê

Fransa dibêje ku 450 welatîne wê yên ser bi DAIŞê ve li Sûrîyayê girtî ne

Dora 450 welatîyên Fransî yên ser bi "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ve di dest hêzên Kurdî de ne yan jî li kampên penaberan li bakur-rojhilatê Sûrîyayê dijîn.

"Li herêma bakur-rojhilatê Sûrîyayê, dora 400 heta 450 welatîyên Fransî hene, hinek li kampan in, û yên din girtî ne, di nav wan de zarok hene," wezîrê derve yê Fransî Jean-Yves Le Drian ji komîteya karûbarên derve ya parleman re got.

Wî got ku dê bi tenê zarok bo welat bên vegerandin, eger ew sêwî bin an jî dayîkên wan destûrê bidin.

Fransa teqez dike ku divê welatîyên wê yên li Îraq û Sûrîyayê hatine girtin li wan welatan bên dadkirin, û ew qebûl nake ku wan vegerîne tevî ku tirs heye ku cezaya mirinê bibe para wan.

"Heman helwesta me heye û em naguherin: divê çekdar bên dadkirin eger wan tawan kiribin," Le Drian got.

Wî teqez kir ku hîna bêhtir ji 100 çekdarên Fransî hîn li Idlibê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500