Nûçeyên Iraqê

Hêzên hevbeş yên Îraqî 4 endamên DAIŞê li Mûsilê digirin

Hêzên Îraqî Pêncşemê (23ê Gulanê) çar endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatê Mûsilê bi alîkarîya niştecihên xwecihî girtin, Wezareta Hundir ragihand.

Herçar zilam, ên li taxa Tesîn li rojhilatê Mûsilê hatin girtin, weke "leşkerên dîwanê" kar dikirin gava DAIŞê Mûsil kontrol dikir, wezaretê di daxuyanîyekê de anî ziman.

Wezaretê daxuyand ku ew ji hêla hêzên hevbeş ên polîsê xwecihî û Ajansa Dijî Terorê li Mûsilê li gorî fermanên dadwerî hatin girtin.

Wezaretê dîyar kir ku ev yek piştî çavdêrîyeke berdewam pêk hat, ligel alîkarîya niştecihên xwecihî jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500