Nûçeyên Iraqê

Dê Hêlên Asmanî yên Îraqî dîsan geştên xwe bo Sûrîyayê dest pê bikin

Dê kompanîya niştîmanî ya Îraqî dîsan geştên xwe bo paytexta Sûrîyayê dest pê bike bo cara yekem paş ku alozîya Sûrî di 2011an de dest pê kir, AFP Pêncşemê (16ê Gulanê) ragihand.

Dê Hêlên Asmanî yên Îraqî heftîyane carekê xizmetên xwe ji Bexdayê bo Şamê pêşkêş bikin, ji Şemîya tê ve, peyvdar Leys Rubeyî eşkere kir.

Rubêyî got ku dîsan destpêkirina geştên asmanî di navbera her du cîranan de piştî heşt sal ji rawestandinê pir "girîng e", ji ber bazirganîya dualî, geştyarî û "hebûna beşekî mezin ji komelgeha Îraqî ya li Sûrîyayê dimîne".

Rubeyî got ku geşta dawî ji Bexdayê bo Şamê vedigere dawîya sala 2011an.

Piranîya hêlên asmanî êdî nema di asmanên Sûrîyayê de firîn piştî şer dest pê kir, û hinek ji wan neçar bûn ku rêyên geştên xwe dirêj bikin bo xwe ji zona şer bi dûr bigirin.

Di Nîsanê de, rejîma Sûrîyayê ragihand ku wê qebûl kiriye ku dîsan kompanîya asmanvanîyê ya herêmî ya qerase Hêlên Asmanî yên Qeterî geştên xwe di asmanê Sûrîyayê de pêk bîne.

Berpirsyarên Urdunî serdana Şamê kirin bo nîqaşkirina planên vekirina asmanê Sûrîyayê di rûyên geştên bazirganî yên Şahdarîya Urdunî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500