Nûçeyên Iraqê

Encumena Ewlekarîyê ya NY dê bo giftûgokirina rewşa bakur-rojavayê Sûrîyayê bicive

Belcîka, Almanîya û Kiwêtê roja Çarşemê (15ê Gulanê) doza civîneke lezgîn ji Encumena Ewlekarîyê ya NY kir da rewşa şerê ku li bakur-rojavayê Sûrîyayê bilind dibe giftûgo bike, AFP ragihand.

Hêzên Sûrî û alîgirên xwe yên Rûs êrîşên xwe li dijî Idliba ku li jêr destê tundrewan e ji dawîyê Nîsanê de giran kirine, vê yekê jî tirsek çêkiriye ji egera destpêkirina êrîşeke mezin bo kontrolkirina xakê.

Civîna giştî, ya tê payîn vê heftîyê were lidarxistin, dê piştî civîneke girtî ya Encumenê be ku roja Înê hatibû lidarxistin, ku gelek welatan tirsa xwe ji êrîşeke mezin ku dê bobelateke mirovî çêbike anî ziman.

Belcîka, Almanîya û Kiwêtê, hersê welat ne-endamên mayînde yên Encumenê ne, xebatan bi rê ve dibin bo çareserkirina alozîya mirovî li Sûrîyayê, alozîya ku derbasî sala xwe ya nehan bû.

Bêhtir ji 180,000 kes ji ber dawîn şer koçber bûne, li gorî NY, ku 119 sivîl jî ji ber bombebaranê ji dawîya Nîsanê ve hatine kuştin, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500