Nûçeyên Iraqê

12 kuştî di pevçûnên li bakurê rojavayê Sûrîyayê de

Duwazdeh sivîl Sêşemê (14ê Gulanê) hatin kuştin di agirbaranên herdu alîyan de li bakurê rojavayê Sûrîyayê, di nav de şeş bi rokêtên tundrewan ên ku li bajarê Helebê dan, AFP ragihand.

Heleb li jêr kontrola rejîma Sûrîyayê ye lê ew pir ji parêzgeha Idlibê, ya ku li jêr kontrol Tehrîr el-Şam e, nêzîk e.

Rejîm û Rûsyayê êrîşên xwe li parêzgehên Idlib û Heleb, Hema û Laziqîyayê dijwartir kirin tevî hebûna agirbestekê ku rê li ber her êrîşeke rejîmê li van navçeyan digire.

Roja Sêşemê, şeş sivîl hatin kuştin di êrîşên bi rokêtan de yên ji alîyê komên tundrew ve li taxeke li başûrê Helebê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Rewangehê got ku şeş sivîlên din hatin kuştin di bordumanên asmanî yên rejîmê de yên ku navçeyên Idlibê û bakurê parêzgeha Hemayê armanc dikin.

Rewangehê got ku çar ji wan li bajarokê Cisir Şuxûr hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500